Qêys Xezelî: Em dê Înîya bê şoreşê destpê bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312502-qêys_xezelî_em_dê_Înîya_bê_şoreşê_destpê_bikin
Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê bang li gelê Iraqê kir ku di xwenîşandana dijî Amerîkayê de ku ew weke ``şoreş`` bi nav dike da pişikdar bin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2020 12:24 Asia/Tehran
  • Qêys Xezelî: Em dê Înîya bê şoreşê destpê bikin

Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê bang li gelê Iraqê kir ku di xwenîşandana dijî Amerîkayê de ku ew weke ``şoreş`` bi nav dike da pişikdar bin.

Qêys Xezelî Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê dawa li gelê Iraqê dike ku roja înîyê xwenîşandanê lidar bixin û şoreşê dijî dagirkerîya Amerîkayê destpê bikin.

Wî herwiha got: Gişk di amadebaşîyê de bin jibo pişikdarîya di xwenîşandana di roja Înîyê de jibo gîhandina wê peyamê jibo hemî cîhanê ku ``em serşurî, dijminatî û teslîmbûnê bi hîç awayekî qebûl nakin.``

Qêys Xezelî Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê amajeyî wê yekê jî kir ku peyama me jibo cîhanê ew e ku me miletekî qareman heye ku dagirkerîya Amerîkayê pûç derxistîye.

Qêys Xezelî derbarê vê yekê de ku Amerîkayê qebûl nekirîye hêzên xwe ji Iraqê derxe got: Amerîkayê qebûl nekirîye ku hêzên xwe ji Iraqê derîne û bi vî awayî biryara Parlimana Iraqê binpê kir, lewma Iraq bûye welatekî dagirbûyî. Bila Amerîka baş bizane mêrên şoreşgêr di asta herîbilind a amadebaşîyê da ne jibo sekinîna himberî her hegereke dewama hebûna Amerîkayê jibo binpêkirina biryara sîyasî û gelanî û dernexistina hêzên xwe ji Iraqê.