Berhem Salih: Îran aktorekî jêopoltîk ê mezin li herêmê ye
Çile 23, 2020 10:08 Asia/Tehran
Serokomarê Iraqê pêgirî kir ku iraqî xwazyarê peywendîyên baş digel Îraên ne.
Berhem Salih Serokomarê Iraqê piştî axavtina di civîna salê ya Civata Cîhaîn ya Aborîyê li Davosa Swîsê tevî pêgirîya ser pêwîstîya gotûbêja digel Îranê, ragihand ku nabe hîç welatek ji Iraqê re bêje ku bi kî ra û çawan peywendîyan dayne.
Serokomarê Iraqê herwiha got: Daxwaza derxistina hêzên amerîkî ne nîşana kîn û hewildanê belkî berteka himberî binpêbûna serwerîyê ye ku iraqî dibînin.
Berhem Salih herwiha got: Serdar şehîd Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî sembola Îranê bû ku pişta hêzên iraqî girt û di salên têkoşîna dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê de li rex wan derbasî şerekî dijwar bû.