Vêtoya Rêberê tevgera Sedrê nehîşt Mihemed Ellawî bibe Serokwezîr
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312478-vêtoya_rêberê_tevgera_sedrê_nehîşt_mihemed_ellawî_bibe_serokwezîr
Di van çend rojên dawîyê de Bexda çavlirêyê encamên gotûbêj û rawêjkarîyên Serokomarê wî welatî jibo lihevkirina têkildarî berbijarê Serokwezîrtîyê bû. Hind nemabû ku Duşemê êvarê gotûbêj bigihêjin encamê lê vêtoya Rêberê Tevgera Sedrê rê li ber bijartina Mihemed Tewfîq Ellawî ku yek ji girîngtirîn berbijaran bû, girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2020 16:08 Asia/Tehran
  • Vêtoya Rêberê tevgera Sedrê nehîşt Mihemed Ellawî bibe Serokwezîr

Di van çend rojên dawîyê de Bexda çavlirêyê encamên gotûbêj û rawêjkarîyên Serokomarê wî welatî jibo lihevkirina têkildarî berbijarê Serokwezîrtîyê bû. Hind nemabû ku Duşemê êvarê gotûbêj bigihêjin encamê lê vêtoya Rêberê Tevgera Sedrê rê li ber bijartina Mihemed Tewfîq Ellawî ku yek ji girîngtirîn berbijaran bû, girt.

Duşemê êvarê hindik mabû ku Ellawî jibo pêkanîna kabîna nû were rasipartin, lê tê gotin ku serkirdeyên Tevgera Sedir di dawîn demê de ew hewildana bê-encam kirin. Ew hewildan hatine sistkirinê. Tu dibê qey rêvebirên Tevgera Sedrê zor dane ser Ellawî û çend xal jî jibo wî kivş kirine ku ew wajo bike û pêbendê wan be.

Emîr Kenanî serkirdeyê nasyar ê Bereya Sedrê ku nika rawêjkarê warê qanûnê yê Berhem Salih Serokomarê Iraqê ye vê yekê ku gotûbêj û danustandine têkildarî vê yekê digel Ellawî hatibe kirinê, derew dide zanînê.

Dîyar e ku ew retkirina ji hêla Kenanî va jibo ku xelk bawer bike têrê nekirîye, lewma Ellawî xwe ew hewildan ret kirine ku hîç alîyekî merc jibo wî dîyar nekirine. Ellawî ev yeka jî aşkira kir ku ji alîyên sîyasî re ragihandîye ku ew qebûl nake hikûmetê ligorî parbendîya sîyasî ava bike ku hikûmetên berê ser wî esasî hatibûn damezirandinê.

Bilî Ellawî navê berbijarê din ê girîng Elî Şukrî berbijarê Hevalbendîya Fethê ye ku nika Rawêjkarê Aborî yê Serokomarê Iraqê ye.