Muqteda Sedir: Bîyanîyan hîç cihek li welatê min tinene
Çile 22, 2020 06:14 Asia/Tehran
Muqteda Sedir Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê ragihand ku bîyanîyan hîç cihek li Iraqê tinene.
Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê Muqteda Sedir pêgirî kir ku gel rabûye û nerazîbûna xwe nîşan dide, çiqasî ew nerazîbûna tund be, serketin nêzîktir dibe û zilima fasidan ji nav dibe.
Muqteda Sedir herwiha got: Serwerî, azadî û çaksazî daxwazên bingehîn ên gel in. Gelê ku evîndarê welatê yekperçe ye.
Wî herwiha gelê iraqê jibo domandina xwenîşandanê û pişikdarîya berfire di meşa roja Înîyê ya dijî hebûna amerîkîyan li Iraqê de han da.