Muqteda Sedir: Bîyanîyan hîç cihek li welatê min tinene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312457-muqteda_sedir_bîyanîyan_hîç_cihek_li_welatê_min_tinene
Muqteda Sedir Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê ragihand ku bîyanîyan hîç cihek li Iraqê tinene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2020 06:14 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir: Bîyanîyan hîç cihek li welatê min tinene

Muqteda Sedir Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê ragihand ku bîyanîyan hîç cihek li Iraqê tinene.

Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê Muqteda Sedir pêgirî kir ku gel rabûye û nerazîbûna xwe nîşan dide, çiqasî ew nerazîbûna tund be, serketin nêzîktir dibe û zilima fasidan ji nav dibe.

Muqteda Sedir herwiha got: Serwerî, azadî û çaksazî daxwazên bingehîn ên gel in. Gelê ku evîndarê welatê yekperçe ye.

Wî herwiha gelê iraqê jibo domandina xwenîşandanê û pişikdarîya berfire di meşa roja Înîyê ya dijî hebûna amerîkîyan li Iraqê de han da.