Pêgirîya Adil Ebdulmehdî ser pêwîstîya rêzgirtina li serwerîya Iraqê
Serokwezîrê Karpêşdebir ê Iraqê di hevdîtina digel Wezîrê Berevanîyê yê Îtalyayê de pêgirî ser pêwîstîya rêzgirtina li serwerîya Iraqê kir.
Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Karpêşdebir ê Iraqê şeva buhurî li nivîsgeha xwe pêşwazî li Lorênzo Covêrnî Wezîrê Berevanîya Îtalyayê û desteya bi wî re kir.
Nivîsgeha Adil ebdulmehdî di daxûyanîyekê de ragihand ku Ebdulmehdî di wê hevdîtinê de pêgirî ser girîngîya rêzgirtina welatên cîhanê li serwerî, ewlehî û istiqrar Iraqê kir.
Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Di vê hevdîtinê de peywendîyên Iraq û Îtalyayê, xurtkirina hevkarîya leşkerî û meseleyên têkildarî gêreyên vê dawîyê û qeyrana navçeyî hatin hilkolandinê.
Serokwezîrê Karpêşdebir ê Iraqê herwiha got: Dewleta Iraqê hertim hewil daye peywendîyên dostane û hevkarîyeke baş bi cînarên xwe ra anegorî rêzgirtina dualî hebe.
Wî di dawîyê de pêgirî ser pêwîstîya derbasbûna ji rewşa nika ya herêmê û dûrxistina gelan ji xetera şêrr û girîngîya hevkarî û rawêjkarîya Iraq û Îtalyayê di vî warî de kir.