Alûgurên Iraqê: Pêgirîya ser derxistina leşkerên amerîkî weke biryareke netewî
Alûgurên Iraqê li mêhwerên dewama nearamîyan, têkoşîna dijî DAIŞ`ê, rawêjkarîya jibo bijartina Serokwezîrê nû û herwiha dewama pêgirîya ser derxistina leşkerên amerîkî weke biryareke netewî didomin.
Ajawegêr û xirabkeran li Iraqê bera xwe dane xirabkarîya di pişka nifta wî welatî da û di vê çarçovê de çavkanîyekî agahdar li parêzgeha Zîqarê li başûra Iraqê ragihand ku îro agir berdane borîyên niftê yên li bakura vê parêzgehê.
Rojnama Al Sabah çapa Iraqê ji zarê çavkanîyekî haydar li Meydana Niftê ya Al Ehdebê nivîsî ku ji ber nerazîbûnên li parêzgeha Wasitê li rojhilata Iraqê karê derxistina niftê li meydana niftê ya Al Ehdebê hat sekinandinê. Her roj 170 hezar bermîl nift ji wê meydanê dihat derxistinê ku Şirketa Netewî ya Nifta Çînê (CNPC) wî karî dike.
Ji hêla din ve hêzên ewlehîyê yên Iraqê karîn ku hejmareke têrorîstên DAIŞ`î li Mûsilê bigirin. Hêzên emnî yên Iraqê herwiha karîn ku berpirsê idarî û darayîyê yê DAIŞ`ê li devera Xalidîyê li parêzgeha Al Anbarê bigirin.
Wezareta Karên Hundur Iraqê jî di daxûyanîyekê de ragihand ku 900 malperên belavkirina gotegot û derewan ên ser bi DAIŞ`ê girêdan. Serleşker Seid Mein Rêvebirê Pişka Peywendî û Mêdyayan a Wezareta Karên Hundur a Iraqê got: Pirranîya gotegotan xwe belav nabin belkî hin artêş û rêxistin hene ku bi awayekî nihênî ji rewşên taybet sûda narewa werdigirin.
Ji hêla din ve, rawêjkarîyên jibo bijartina Serokwezîrê nû yê Iraqê didomin, eva di halekî da ye ku vê sibê hin mêdya û çavkanîyan ragihandin ku Mihemed Tewfîq Ellawî weke Serokwezîrê nû hatîye nasandinê û hela jî ew nehatîye nasandinê.
Seid Muttelibî Parlimanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li Parlimana Iraqê di vî warî de got ku hîç lihevkirinek têkildarî bijartina Mihemed Tewfîq Ellawî jibo posta Serokwezîrtîyê pêk nehatîye.