Girtina çend endamên DAIŞê
Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê çend endamên koma terorîst a DAIŞê li bajarê Mûsilê ya bakura vî welatî girtin.
Li gor Sumeriya Newsê, Hêzên artêşa Iraqê li parêzgeha Enbar serçeteyekî DAIŞ’ê jî girtin.
Li gor agahiyên hatine wergirtin, serçeteyê hatiye girtin, berpirsê darayî yê DAIŞ’ê ye. Ew ji aliyê tûgaya pîyadeyên Artêşa Iraqê ya 39 li parêzgeha Enbarê hatiye girtin.
Di van demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê li sînorê parêzgeha Enbarê zêde bûne. Hêzên Iraqî û pêşmerge li hember çeteyên li wê herêmê ev çend car e operasyonan pêk tînin. Hêzên Iraqî ji bo têkbirina tam a DAIŞê û girtina pêşiya liv û tevgerên wan ên terorîstî van mehên dawiyê operasiyon û xebatên xwe zêde kirine.
Di vê navberê de berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê Xalid El-Muhena ragihand: Rewşa ewlehiyê li Bexda û parêzgehêndin ên vî welatî di bin kontrolê ye û ti rê û cadeyek li Iraqê ji aliyê neraziyan nehatiye girtin.