Muhemed Tûfîq Elawî bû serokwezîrê nû yê Iraqê
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku serokomarê Iraqê, Muhemed Tûfîq Elawî wek serokwezîrê nû yê vî welatî wezîfedar kir dewleta nû pêk bîne.
Çapemeniya Iraqê ragihand aliyên siyasî yên Iraqê navê sê namzeta ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê radestî Serokkomar Berhem Salih kirin ku serokkomarê Iraqê ji nav wan Muhemed Tûfîq Elawî wek serokwezîrê nû yê vî welatî wezîfedar kir dewleta nû pêk bîne.
Elawî ji sala 2003 heya niha du dewran wek parlemanter hate bijartin. Herwiha di dewleta Nûrî Malikî ew wezîrê Pêwendiyan bû.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî 30 Mijdara 2019 ji ber nerizamendî û xwepêşandanên gelê Iraqê li çend bajarên vî welatî neçar ma îstîfayê bike û ji wê demê heya niha ew wek serokwezîrê Karbirêvebir dihat nasîn.
li bajarên çendîn parêzgehên Iraqê ji ber rewşa xirab axizmetkariyan û nebûna derfetên şixulînê û gendeliyên aborî û îdarî nerizamendî û xwepêşandanên berfire li dar ketin ku ji ber mudaxileya biyaniyan ew xwe nîşandan bi şidet û pevçûnan re rûbirû bûn.
Hin şahidî hene ku biyaniyan xelkê ji bo nerizamendiyan pîj dikin.