Komploya Emerîkayê jibo xalifandina xwenîşandana biaşitî ya gelê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312419-komploya_emerîkayê_jibo_xalifandina_xwenîşandana_biaşitî_ya_gelê_iraqê
Serokê Firaksiyona Bedrê li parlemana Iraqê rola Emerîkayê li zêdekirina xirabkariyan li nerazîbûnên li kolan û çarsiyan eşkere kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2020 14:07 Asia/Tehran
  • Komploya Emerîkayê jibo xalifandina xwenîşandana biaşitî ya gelê Iraqê

Serokê Firaksiyona Bedrê li parlemana Iraqê rola Emerîkayê li zêdekirina xirabkariyan li nerazîbûnên li kolan û çarsiyan eşkere kir.

Hesen Şakir, serokê Firaksiyona Bedrê li parlemana  Iraqê îro duşemiyê li gotûbêja  bi malpera nûçan a El-Melûmê re got: Kirêgirtiyên Emerîkayê ji riya agirberdana saziyên dewletî û taybet li Iraqê li  dû pêkanîna aloziyê li vî welatî ne. 

Şakir destnîşan kir: Hin aliyên navxwe li Iraqê, peywendiyên qahêm bi Emerîkayê re hene û bi îstifada ji ciwanên Iraqê li dû xalifandina xwenîşandanên bi aşitî û pêkanîna aloziyê li welêt in. 

 Vî parlemanterê Iraqê destnîşan kir: Her carê biryareka neteweyî li Iraqê li dijî Emerîkayê tê dayîn welêt rastî alozî û nearamî û aloziyê tê û ev yeka nîşan dide ku Emerîka di pişt perdeya vê bûyerê de heye.