Lihevkirina seretayî jibo bijartina Serokwezîrê nû yê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312406-lihevkirina_seretayî_jibo_bijartina_serokwezîrê_nû_yê_iraqê
Hejmareke Parlimanterên iraqî basa lihevkirina seretayî têkildarî bijartina Serokwezîrê pêşerojê yê vî welatî û ihitmala nasandina wî di vê hefteyê de kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2020 08:26 Asia/Tehran
  • Lihevkirina seretayî jibo bijartina Serokwezîrê nû yê Iraqê

Hejmareke Parlimanterên iraqî basa lihevkirina seretayî têkildarî bijartina Serokwezîrê pêşerojê yê vî welatî û ihitmala nasandina wî di vê hefteyê de kirin.

Rojnama Al Sabah a Iraqê ji zarê 4 Parlimanterên ser bi Fraksyonên Sairûn, Feth, Sadiqûn û Avedankirinê ragihand ku alîyên sîyasî bi awayekî seretayî jibo kivşkirina berbijarê Serokwezîrtîyê lihev kirine û tê payîn ku rasipardîyê pêkanîna kabîna nû di vê hefteyê de were nasandinê.

Rîyaz Mesûdî Parlimanterê Fraksyona Sairûnê di vî warî de got: Alîyên sîyasî tam giheştine vê bawerîyê ku pêwîst e kesayetîyekî guncav digel rewşa nika û ne daxwazên partîyan were bijartinê û di encamê de ji qonaxa şûndemayîna sîyasî derbasî qonaxa liv û tevgera ciddî jibo bijartina kesayetîyekî bi vî rengî jibo birêvebirina bêyî pirsgirêk a welêt bûne.

Mihemed Bedawî Parlimanterê Hevalbendîya Fethê jî tevî piştrastkirina wê lihevkirina seretayî ya alîyên Şîe jibo nasandina berbijarekî Serokwezîrtîyê û ragihandina navê wî di vê hefteyê de, got: Alîyên sîyasî têkildarî nasandina kesekî jibo posta Serokwezîrtîyê lihev kirin û alîyên Şîe yê wî kesî di vê hefteyê de bidin nasandin.

Ehmed Kenanî Parlimanterê iraqî jî basa mêkanîzmeke nû jibo bijartina dewleta serbixwe kir û got ku berbijarê posta Serokwezîrtîyê yê bi zûtirkê were ragihandin û nasandinê.

Muxtar Mûsewî Parlimanterê Hevalbendîya Avedankirinê jî tevî ragihandina vê yeê ku 3 nav weke berbijarên posta Serokwezîrtîyê hatine raberkirinê, got: Ew 3 kesana Elî Şukrî Rawêjkarê Serokomar, Mihemed Tewfîq Ellawî û kesayetîyekî leşkerî ne ku şansê Şukrî ji yên din zêdetir e.