Parlimanterekî iraqî: Hewlêr derhata niftê radestî Bexdayê nake
Parlimanterekî Hevalbendîya Fethê dibêje: Firotina nifta Herêma Kurdistanê di rojê de giheştîye 600 hezar bermîlî û di vî halî da Lêjneya Destpakîyê ya Civata Wezîran ketîye dewrê ta ku hin pişkên bûca Herêma Kurdistanê rawestîne çinku Hewlêr amade nîne derhata niftê radestî Bexdayê bike.
Mihemed Kerîm Parlimanterê Hevalbendîya Fethê herwiha got: Herçend ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî vîya ragihandibî ku ji destpêka sala nû ve yê rojê 250 hezar bermîl nift radestî Bexdayê bike lê, hela jî pêbendê wê nebûye, eva di halekî da ye ku firotina nifta Herêma Kurdistanê di rojê de giheştîye 600 hezar bermîlî.
Wî Parlimanterê Hevalbendîya Fethê amajeyî vê yekê jî kir ku Lêjneya Destpakîyê ya Civata Wezîran a Iraqê hewil dide hin pişkên bûca Herêma Kurdistanê bide sekinandinê, çinku Hewlêr amade nîne derhata niftê radestî Bexdayê bike.
Ligorî gotina wî, Lêjneya Destpakîyê ya Civata Wezîran a Iraqê hefteya buhurî bi awayekî fermî dawa li Wezareta Darayîyê ya Fêdêral kir ku bêyî wê bi hîç awayekî dirêv neşîne Herêma Kurdistanê heta dema ku Herêma Kurdistanê wê asta niftê ku digel Bexdayê lihev kirîye, radest neke.