Serkirdê koma terorîst a DAIŞ`ê li Flûca Iraqê hat girtinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312379-serkirdê_koma_terorîst_a_daiŞ_ê_li_flûca_iraqê_hat_girtinê
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê li bara girtina serkirdeyê koma terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Felûcê li parêzgeha Enbarê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2020 12:57 Asia/Tehran
  •  Serkirdê koma terorîst a DAIŞ`ê li Flûca Iraqê hat girtinê

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê li bara girtina serkirdeyê koma terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Felûcê li parêzgeha Enbarê agahî dan.

Li gorî rapora IRNA`yê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn ku di dewama operasyona şopandin û girtina endam û serkirdeyên DAIŞ`ê li Enbarê, berpirsê ewlehiyê yê vê koma terorîstî li Felûcê bigrin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê duh jî li bara girtina Nizar El-Neime, berpirsê beşa ewlehiyê ya DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê agahî dan.

Pêştir jî hêzên ewlehiyê yên Iraqê yên Şefa El-Neime birayrê Nizar El-Neime li rojhilata Mûsilê girtibûn.

Şefa El-Neime ji serkirdeyên DAIŞê û berpirsê dayîna fetwayên têkildarî îdamkirina hejmarek ji alim û kesayetiyên olî yên Iraqê ye.

Vî serkirdê koma terorîstî ya DAIŞ`ê her wiha tawanbar bûye ku li teqîna mizgevta Yûnis El-Nebî ya Mûsilê li destpêka serdetsiya DAIŞ`ê ser vî bajarî li sala 2014`an  dest hebûye.