Artêşa Iraqê: Biryara derxistina hêzên biyanî ji bo herêma Kurdistanê jî derbaz dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312371-artêşa_iraqê_biryara_derxistina_hêzên_biyanî_ji_bo_herêma_kurdistanê_jî_derbaz_dibe
Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê diyarkir ku biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, di heman demê de ji bo Herêma Kurdistanê jî derbaz dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2020 08:16 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê: Biryara derxistina hêzên biyanî ji bo herêma Kurdistanê jî derbaz dibe

Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê diyarkir ku biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, di heman demê de ji bo Herêma Kurdistanê jî derbaz dibe.

Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê Ebdulkerîm Xelef ji medyaya Iraqê re axivî. Xelef di destpêkê de balkêşa ser biryara derxistina hêzên biyanî. Xelef got ku biryara derxistina hêzên biyanî, biryarek giştî û hemû Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve li xwe digre. Xelef balkêşa ser vekişîna hêzên Emerîkayê jî û destnîşan kir ku ji bo vekişîna hêzên Emerîkayê ti dem nehatiye diyarkirin.

Xelef di dewamê de diyarkir ku êdî fermandariya giştî ya Iraqê rê nade Emerîka di nava xaka Iraqê bi tena serê xwe operasyonan lidarbixe.

Herî dawî jî Xelef got ku biryar di heman demê de ji bo Herêma Kurdistanê jî derbaz dibe.