Adil Ebdulmehdî li ser derketina hêzên amerîkî ji Iraqê pêgirî kir
Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Iraqê li ser biryara vî welatî û meyl û meraqa hemî aliyên iraqî jibo derketina hêzên amerîkî teqezî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Iraqê roja Sêşemiyê di hevdîtina ku digel Fîlîp Akêrmen Rêveberê Siyasî yê Wezareta karên derve ya Almanyayê û Ole Diyêl Balyozê Almanyayê li Bexdayê pêk anî, got: Dewleta Iraqê tam di rêya cihanîna pesendnameya Parlimanê derbarê derketina hêzên amerîkî ji vî welatî tevdigere.
Adil Ebdulmehdî her wiha li ser hevkariya Iraqê digel welatên navçe û cîhanê bi awayekî ku ewlehî û hakimiyeta neteweyî ya welatê wî were parastin, pêgirî kir.
Di vê hevdîtinê da du aliyan derbarê kêmkirina kêşeyan û rêgirtin li xetera şêrr li navçeyê jî gotûbêj kirin.