Iraq pêngavan jibo muhakimekirina Amerîkayê li dadgehên navnetewî radike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312229-iraq_pêngavan_jibo_muhakimekirina_amerîkayê_li_dadgehên_navnetewî_radike
Komsyona Mafên Mirovan a Parlimana Iraqê ragihand ku Bexda pêngavan jibo muhakimekirina Amerîkayê li dadgehên navnetewî bi tawana cinayetên komkujîyê li Iraqê radike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 14, 2020 12:36 Asia/Tehran
  • Iraq pêngavan jibo muhakimekirina Amerîkayê li dadgehên navnetewî radike

Komsyona Mafên Mirovan a Parlimana Iraqê ragihand ku Bexda pêngavan jibo muhakimekirina Amerîkayê li dadgehên navnetewî bi tawana cinayetên komkujîyê li Iraqê radike.

Ehmed Kenanî endamê Komsyona Mafên Mirovan a Parlimana Iraqê îro ragihand: Amerîkayê ji sala 2003`yê va cinayetên herîhovane li Iraqê kirine ku şerê Iraqê, meseleya girtîgeha Ebûxureybê û êrişa DAIŞ`ê ji wan cinayetan in û ya herîdawîyê jî têrora serdarên berxwedanê bû.

Wî parlimanterê iraqî herwiha got: Ligorî vîya ku belgeyên hemî cinayetên ku Amerîkayê li Iraqê kirine hene, hin pêngav li Parlimana Iraqê destpê bûne ta ku Amerîka li dadgehên navnetewî bikeve ber lêpirsînê.

Selam Şemerî parlimanterê Hevalbendîya Sairûnê li Parlimana Iraqê jî di vî warî de got: Serokomarê Amerîkayê idia dike ku Iraqê divê xerametê bide wî welatî, di halekî da ku Amerîka berpirsê kavilkarîyên li Iraqê û divê xerameteke zêde ji 20 Tirliyon dolarî bide Bexdayê.