Berdevkê Tabûrên Hizbullaha Iraqê: Bereya Berxwedanê li dû bersivdana himberî cinayeta Amerîkayê ne
Berdevkê Tabûrên Hizbullaha Iraqê destnîşan kir ku Bereya Berxwedanê bi hemî endamên xwe li dû bersivdana himberî cinayeta Amerîkayê ye.
Mihemed Muheyî, Berdevkê Tabûrên Hizbullaha Iraqê di gotûbêja tev kanala Meyadîna Libnanê da got: Tu rêyek ji billî rûbirûbûna digel çekdarên amerîkî yên bicihbûyî li Iraqê tuneye û Bereya Berxwedanê bi amadetiya tam li gellek navçeyê Iraqê li dijî çekdarên amerîkî radiweste.
Muhemed Muheyî destnîşan kir: Dewleta Iraqê divê hemî amûrên lazim jibo derxistina çekdarên amerîkî ji Iraqê bi kar bîne da ku ew zûtirkê ji welêt derkevin.
Berdevkê Tabûrên Hizbullaha Iraqê her wiha tevî amajeya vêya kir ku hemî komên iraqî derheq rola serdar Sipehbud şehîd Qasim Silêmanî di piştevaniya ji Iraqê jibo têkbirina têrorîstên DAIŞê de mukur tên û got: Tu iraqiyek nikare rola vî serdarê şehîd û hebûna wî di bereyên pêşîn jibo têkbirina DAIŞê de ji bîr bike.