Bargeha hewayî ya Beledê li bakura Bexdayê ket ber êrişa bi rokêtan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312189-bargeha_hewayî_ya_beledê_li_bakura_bexdayê_ket_ber_êrişa_bi_rokêtan
4 rokêt li bargeha hewayî ya Beledê li bakura Bexdayê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2020 08:33 Asia/Tehran
  • Bargeha hewayî ya Beledê li bakura Bexdayê ket ber êrişa bi rokêtan

4 rokêt li bargeha hewayî ya Beledê li bakura Bexdayê ketin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê, bi 4 rokêtan êrişî bargeha hewayî ya Beledê li bakura Bexdayê ketin û di encamê de 4 leşkerên iraqî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wek berteka himberî wê êrişê li Twitterê nivîsî: Ez ji ber raporên têkildarî êrişeka rokêtî ya din ser baregehekê li Iraqê hêrs bûme. Ez ji dewleta Iraqê dixwazim encamderên wê êrişa ser gelê Iraqê neçar bike ku berpirsîya wî karê xwe bidin ustîyê xwe.