Ebdulmehdî: Vekişîna hêzên amerîkî ji Iraqê ser xêra Waşîngton û Bexdayê ye
Serokwezîrê kar-rêkxer ê Iraqê pêgirî kir ku vekişîna hêzên amerîkî ji Iraqê ser xêra Waşîngton û Bexdayê ye.
Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê kar-rêkxer ê Iraqê li Parlimana wî welatî ragihand: Em ji Parlimanê dixwazin ku berbendên bidû cihanîna biryara derxistrina hêzên amerîkî hilkolîne.
Wî herwiha got: Ser xêra bexda û Waşîngtonê ye ku hêzên bîyanî ji Iraqê derkevin. Nika Iraq li ber bidawîhanîna hebûna hêzên bîyanî bi razîbûna wan bi şêweya kivşkirina xişteya demê ye û em daxwazin ku vekişîna hêzên amerîkî ji Iraqê nebe sedema gêre û alozîyê di peywendîyên her du alîyan de.
Parlimana Iraqê di 5`ê Çillê de biryar da ku hêzên bîyanî ji Iraqê vekişin û rêkevtinama emnî ya Amerîka û Iraqê jî were ibtalkirinê.
Di v halî da Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh pêgirî kir ku Amerîka dê bi mercê ku Iraq xercên Amerîkayê bide yê ji wî welatî vekişe.