Ayetullah Sîstanî daxwaza raberkirina rêçareya siyasî bo çareserkirina qeyranê li navçê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312106-ayetullah_sîstanî_daxwaza_raberkirina_rêçareya_siyasî_bo_çareserkirina_qeyranê_li_navçê_kir
Merceyê dercebilind ê şîeyên Iraqê daxwaz ji hemî aliyên siyasî kir ku li dû rêçareya siyasî ji bo çareserkirina qeyranê li navçê bin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2020 13:45 Asia/Tehran
  • Ayetullah Sîstanî daxwaza raberkirina rêçareya siyasî   bo çareserkirina qeyranê li navçê kir

Merceyê dercebilind ê şîeyên Iraqê daxwaz ji hemî aliyên siyasî kir ku li dû rêçareya siyasî ji bo çareserkirina qeyranê li navçê bin.

Îro gotarbêjê înê yê Kerbelayê Ehmed Safî gotara mercêyê derecebilind ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî ya derbarê rewşa naha ya welat de xwand.

Elî Sîstanî ragehand, hewla aliyan bo pêşvexistina berjiwendiyên xwe dibe sedemê kûrbûna nakokiyan û çaresernebûna wan û hemû alî jî dê ji wan hewldanan zererê bibînin.

Ayetullah Sîstanî binpêkirina serweriya neteweyî ya Iraqê rexne kir û ew li encama qeyrna  navxweyî li vî welatî da zanîn û ji aliyên iraqî xwest ku bila berjewendiyên kesane wêde daynin û bi hev re bibin yek.

Merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê heftiya buhurî jî bi şermezarkirina êrişa Emerîkayê ser meqerên Heşda Şebî şermezar kir û operasyon a eskerî ya Emerîkayê li Iraqê weke binpêkirina serweriya vî welatî da zanîn.