Teqezkirina serokwezîrê Iraq bo cihanîna pêşnumaya derketina eskerên emerîkî ji Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312102-teqezkirina_serokwezîrê_iraq_bo_cihanîna_pêşnumaya_derketina_eskerên_emerîkî_ji_iraqê
Serokwezîrê Iraqê ji werzîrê derve yê Emerîkayê xwest ku bo cihanîna bernama qanûna parlemana welatê hanê derheq derketina hêzên emerîkî ji Iraqê, nunerê bide nasandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2020 13:06 Asia/Tehran
  • Teqezkirina serokwezîrê Iraq bo cihanîna pêşnumaya derketina eskerên emerîkî ji Iraqê

Serokwezîrê Iraqê ji werzîrê derve yê Emerîkayê xwest ku bo cihanîna bernama qanûna parlemana welatê hanê derheq derketina hêzên emerîkî ji Iraqê, nunerê bide nasandin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê roja înê li peywendiya telefonî bi Mayk Pompêo wezîrê derve yê Emerîkayê li hember her cure kiyar û operasyonekê ku li encama wê serweriya neteweyî ya vî welatî binpê bibe, dijberî kir. 

  Ebdulmehdî her wiha îro li hevdîtina bi Martîn Hart balyozê YE li Iraqê bal kişand  ser pêbendiya dewletê û parlemana vî welatî ser pêwîstiya derketina  eskerên biyanî û bandora erênî ya vê kiryarê ser ewlehî û serweriya neteweyî ya Iraqê got: Bexda tim hewl dide bona  pêkanîna aramiyê peywedniyên herî baş bi hemî welatên cîhanê re hebe. 

Ji ber terorkirina serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û bûyerên vê dawiyê, Parlemana Iraqê, bi amadebûna fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, nunerên parlemana Iraqê roja yekşemiyê plana derxistina eskerên emerîkî ji axa Iraqê pejrandin.