Bi sedan hezar kesî meytê şehîd Ebu Mehdî Muhendis li Besreyê oxir kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312007-bi_sedan_hezar_kesî_meytê_şehîd_ebu_mehdî_muhendis_li_besreyê_oxir_kirin
Meytê paqij ê şehîd Ebu Mehdî Muhendis Alîkarê Serokê Besîca gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) bi beşdariya bi sedan hezar kes ji xelkê Besreyê li başûrê Iraqê hat oxirkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2020 14:05 Asia/Tehran
  • Bi sedan hezar kesî meytê şehîd Ebu Mehdî Muhendis li Besreyê oxir kirin

Meytê paqij ê şehîd Ebu Mehdî Muhendis Alîkarê Serokê Besîca gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) bi beşdariya bi sedan hezar kes ji xelkê Besreyê li başûrê Iraqê hat oxirkirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Meytê şehîd Ebu Mehdî Muhendis îro Sêşemiyê piştî oxirkirin û veguhestinê ji bajarê Abadanê li başûrê Îranê bo Besreyê ku cihê jidayîkbûna wî ye, hat veguhestin û di nava xem û kesera gelê Iraqê hat oxirkirin.

Medyayên Iraqî bi gotina vêya ku hejmara beşdarên merasima oxirkirina meytê şehîd Ebu Mehdî Muhendis ji şelemçe heta navenda Besreyê zêdetir ji 500 hezar kesî bû, ev merasim gellek berfireh, bicoş û bêmînak da zanîn.

Meytê Alîkarê Serokê Besîca gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) biryar e piştî oxirkirina li Besreyê bo Necefa Eşref were veguhestin û li goristana Wadî Selamê were binaxkirin.

Meytê Ebu Mehdî Muhendis Yekşemiya bihurî jibo pêkanîna ceribandina DNA'yê hevrê digel meytê Serdar Sipehbud şehîd Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û hevriyên din ên şehîd bo Ehwazê hat veguhestin û li bajarên Têhran, Meşhed, Qum û Abadanê hat oxirkirin.