Navenda Hevalbendîya Navnetewî ji Iraqê bo Kuweytê hat veguhestin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312006-navenda_hevalbendîya_navnetewî_ji_iraqê_bo_kuweytê_hat_veguhestin
Di encama zêdebûna tirsa Amerîkayê ji berteka Îranê de, Navenda Hevalbendîya Navnetewî ji Iraqê bo Kuweytê hat veguhestin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2020 13:47 Asia/Tehran
  • Navenda Hevalbendîya Navnetewî ji Iraqê bo Kuweytê hat veguhestin

Di encama zêdebûna tirsa Amerîkayê ji berteka Îranê de, Navenda Hevalbendîya Navnetewî ji Iraqê bo Kuweytê hat veguhestin.

Ligorî rapora Kanala Al Jazeerê, Navenda Fermandetîya Hevalbendîya Navnetewî ku Amerîka serkêşîya wê dike, bi awayekî demkî ji Iraqê bo Kuweytê hat veguhestin.

Ajansa Nûçan a Fransayê şeva buhurî belgeyek belav kir ku nîşan dide Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê bi serkirdetîya Amerîkayê ji Artêşa Iraqê re ragihand ku yê ji vî welatî derkeve.

Di vî halî da Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Mark Esper ragihand: Waşîngtonê planek jibo derxistina leşkerên xwe ji Iraqê tineye û nameya ku têkildarî vekişîna hêzên amerîkî ji Iraqê belav bûye, rast nîne.

General Cozêf Danford Serokerkanê Artêşa Amerîkayê tevî ku bi awayekî sergirtî rastbûna belgeya belavbûyî li mêdyayan a têkildarî derketina hêzên amerîkî ji Iraqê piştrast kir, got: Ew belgeya pêşnivîsa wajonekirî ya nameyekê bû ku armanc ji wê hevahengîya jibo derketina ji Iraqê bû.