Meytê Ebû Mehdî Muhendis gihêşte Besreyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311997-meytê_ebû_mehdî_muhendis_gihêşte_besreyê
Ebû Mehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê piştî lidarxistina mersimên bi coş û girseyî li bajarên Îranê û kemilandina testên DNA îro ji derbasgeha Şelemçê birin Iraqê û gihandin Besrê li başûra vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2020 10:35 Asia/Tehran
  • Meytê Ebû Mehdî Muhendis gihêşte Besreyê

Ebû Mehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê piştî lidarxistina mersimên bi coş û girseyî li bajarên Îranê û kemilandina testên DNA îro ji derbasgeha Şelemçê birin Iraqê û gihandin Besrê li başûra vî welatî.

Malpera iraqî ya Al-Furatê nivîsî ku meytê şehîd Ebû Mehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê demên vê dawiyê gihêşte Besreyê û hezaran kes ji xelkê Besrê bi xem û tazîdariyê û hêrsbûna ji Amerîkayê û dayîna sloganên li dijî vî welatî ji şehîdê xwe yê hêja pêşewazî kirin.

Biryare meytê şehîd Muhendis piştî oxirkirinê li Goristana Wadî-Esselama Necefa Eşref bispêrin axê.

Ji vê sibeyê girseyeke mezin ji xelkê bajarê Besrê çav li rê bûn da ku meytê Ebû Mehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê piştî oxirkirina li Abadanê biben Besrê û hezaran kes li meydana El-Teyran a Besrê çav li riya anîna meytê şehîdê xwe bûn.  

Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê sibeya roja înê sêyemê Çileya 2020 ku ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, ligel Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê ketin ber êrişa hewayî ya artêşa terorîst û dagîrker a Amerîkayê û şehîd bûn.