Pêwîstiya derketina leşkerên biyanî ji nav Iraqê ji sefîrê Amerîkayê re hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311993-pêwîstiya_derketina_leşkerên_biyanî_ji_nav_iraqê_ji_sefîrê_amerîkayê_re_hat_ragihandin
Serokwezîrê Pêşvebirina karûbarên Iraqê Adil Ebdulmehdî duh li hevdîtina sefîrê Amerîkayê li Bexdayê Matthew Tueller pêwîstiya derketina leşkerên biyanî ji nav Iraqê jê re bi fermî ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2020 06:43 Asia/Tehran
  • Pêwîstiya derketina leşkerên biyanî ji nav Iraqê ji sefîrê Amerîkayê re hat ragihandin

Serokwezîrê Pêşvebirina karûbarên Iraqê Adil Ebdulmehdî duh li hevdîtina sefîrê Amerîkayê li Bexdayê Matthew Tueller pêwîstiya derketina leşkerên biyanî ji nav Iraqê jê re bi fermî ragihand.

Li gor Fars Newsê, Adil Ebdulmehdî li vê hevdîtinê li ser hevkariya du aliyan bona derxistina leşkerên amerîkî ji Iraqê li gor pêşnûmaya pesindbûyî ji aliyê parlemana Iraqê sekinî.

Piştî kiryara terorîstî ya Amerîkayê li babeta şehîdkirina serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê, parlemanterên Iraqê roja yekşemê bi piraniya dengan pêşnûmaya derketina hêzên amerîkî ji nav Iraqê pesind kir.

Parlemanterên Iraqê li despêka civîna pesindkirina vê pêşnûmayê slogana mirin jibo Amerîkayê û mirin  ji bo Rejîma Siyonîstî dan.