Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vedikêşîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311988-amerîka_hêzên_xwe_ji_iraqê_vedikêşîne
Amerîkayê bi awayekî fermî Iraq agahdar kiriye amadekariyên bo vekişandina hêzên xwe ji wî welatî daye destpêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2020 04:45 Asia/Tehran
  • Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vedikêşîne

Amerîkayê bi awayekî fermî Iraq agahdar kiriye amadekariyên bo vekişandina hêzên xwe ji wî welatî daye destpêkirin.

Li gor nûçeya  Ajansa  France Pressê (AFP) Artêşa Amerîkayê bi şandina nemeyekê bi awayekî fermî  Iraq agahdar kiriye ku amadekariyên vekêşandina hêzên xwe yên li wî welatî daye destpêkirin.

Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê Wiliam H. Seely bi nivîseke fermî hûrgiliyên hêzên Amerîkayê  ji Iraqê bo fermandariya hêza operasyonên hevbeş ên Bexdayê ragihandiye.

Wiliam H. Seely di nivîsa xwe ya fermî de diyar kiriye ku di çend rojên bê de proseya vekîşandina hêzên hevpeyamniya navdewletî ji Iraqê dê despê bike.

Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê daye zanîn ku ji bo amadekariyan hatûçûna helîkopterên wan, dê li asmanê navçeya Kesk a Bexdayê zêde bibe.

Tê gotin kopiyek ji vê namê ji aliyê nivîsgeha serokwezîriya Iraqê eşkera bûye.

Ji ber terorkirina serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û bûyerên vê dawiyê, Parlemana Iraqê, bi amadebûna fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, Adil Ebdulmehdî, biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê dabû.