Berhem Salih: Em di rewşeka dijwar û gellek lihevalyayî da ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311984-berhem_salih_em_di_rewşeka_dijwar_û_gellek_lihevalyayî_da_ne
Serokomarê Iraqê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya yekîtiyê jibo parastina ewlehî, hakimiyet û aramiya vî welatî, got ku iraqî di rewşeka dijwar û gellek lihevalyayî da ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2020 14:55 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Em di rewşeka dijwar û gellek lihevalyayî da ne

Serokomarê Iraqê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya yekîtiyê jibo parastina ewlehî, hakimiyet û aramiya vî welatî, got ku iraqî di rewşeka dijwar û gellek lihevalyayî da ne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Iraqê, Berhem Salih, Serokomarê Iraqê îro Duşemiyê bi daxuyaniyekê bi boneya salvegera damezirandina artêşa Iraqê, ragihandiye: Îro nûd û nehemîn salvegera damezirandina artêşa wêrek a Iraqê ye da ku iraqî bi şanazî û serfirazî gellek ji xebatên qaremanane yên artêş û mêrên sozdar ên Heşda Şeibiyê, Pêşmerge û zarên eşîran jibo têkbirina terorîsmê û serketina li hemberî wê bi bîr bînin.

Salih di daxuyaniya xwe ya di vî warî da ragihand: Em di rewşekê da vê munasibetê bi bîr dixin ku îro di rewşeka dijwar û gellek lihevalyayî da ne û em mijar me hemiyan erkdar dike ku jibo parastina ewlehî, hakimiyet û aramiya Iraqê, rêzên xwe bikin yek û berjewendiyên bilind ên neteweyî bêxin ewiliyetê.