Kiryarên qanûnî yên dewleta Iraqê jibo derxistina hêzên amerîkî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311969-kiryarên_qanûnî_yên_dewleta_iraqê_jibo_derxistina_hêzên_amerîkî
Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Iraqê qala kiryarên qanûnî jibo cihanîna pesendnameya Parlimanê derbarê derketina hêzên amerîkî ji welatê xwe kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2020 12:06 Asia/Tehran
  • Kiryarên qanûnî yên dewleta Iraqê jibo derxistina hêzên amerîkî

Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Iraqê qala kiryarên qanûnî jibo cihanîna pesendnameya Parlimanê derbarê derketina hêzên amerîkî ji welatê xwe kir.

Li gorî rapora IRNA'yê, Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Iraqê destnîşan kir ku berpirsên iraqî li navnedên cûrbicûr nivîsekê derbarê qonaxên qanûnî û pratîkî jibo cihanîna pesnednameya parlimanê ya derketina hêzên amerîkî amade dikin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jî wek berteka li hemberî pesendnameya parlimana Iraqê jibo derketina hêzên amerîkî, gefa sepandina boykotên berfireh dijî Iraqê ji aliyê Waşîngtonê va xwar.

Li pey terora necamêrane ya Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebu Mehdî Mihendis, Alîkarê Serokê Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) ji aliyê dewleta terorîst a Amerîkayê va li Bexdayê, nûnerên Parlimanan Iraqê roja Yekşemiyê pêşnumaya derxistina hêzên amerîkî ji axa Iraqê pesend kirin.

Parlimana Iraqê her wiha daxwaza qedexeya bikaranîna qada esmanî ya Iraqê bo her sedemekê ji aliyê hêzên amerîkî va kir.