Biryara Parlimana Iraqê hêzên Tirkîyê yên li Herêma Kurdistanê jî digire ber xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311966-biryara_parlimana_iraqê_hêzên_tirkîyê_yên_li_herêma_kurdistanê_jî_digire_ber_xwe
Hevalbendîya Sairûnê ragihand ku biryara Parlimana Iraqê ya derxistina hêzên bîyanî ji wî welatî hêzên Tirkîyê li Herêma Kurdistanê jî digire ber xwe û aşkira kir ku armanc ji wê biryarê vegerandina serwerîya Iraqê û girtina pêşîya berfirebûna binpêkarîyên hêzên bîyanî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2020 09:10 Asia/Tehran
  • Biryara Parlimana Iraqê hêzên Tirkîyê yên li Herêma Kurdistanê jî digire ber xwe

Hevalbendîya Sairûnê ragihand ku biryara Parlimana Iraqê ya derxistina hêzên bîyanî ji wî welatî hêzên Tirkîyê li Herêma Kurdistanê jî digire ber xwe û aşkira kir ku armanc ji wê biryarê vegerandina serwerîya Iraqê û girtina pêşîya berfirebûna binpêkarîyên hêzên bîyanî ye.

Rîyaz Mesûdî Parlimanterê Fraksyona Sairûnê di daxûyanîyekê da got: Iraq bûye meydana binpêkarîyên hêzên bîyanî ne tenê yên hêzên amerîkî û ew jî ji rêya piçûkkirina Iraqê û lawazkirina cîgeha Iraqê di asta navnetewî da ku ew yeka hegera lawazbûna hikûmeta Iraqê û zêdegavîyên Amerîkayê ye.

Wî herwiha got: Dengdana Parlimanê dengdana ser biryareke yekalîker di dîroka Iraqê da ye, Hikûmeta Iraqê jî pêbendê wê ye ku pêşîya berfirebûna hebûna hêzên bîyanî bi awayekî hertimî bigire. 

Rîyaz Mesûdî herwiha got ku ew biryara Parlimanê tenê hebûna hêzên amerîkî nagire ber xwe belku hêzên Tirkîyê yên li Herêma Kurdistanê jî digire ber xwe û berpirsîya cihanîna wê li ustîyê hikûmeta nika û wê hikûmetê ye ku yê di dema bê da were avakirinê. 

Parlimana Iraqê duh biryara bidawîanîna hebûna hêzên bîyanî nemaze yên amerîkî da ku wek berteka himberî şehîdkirina Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibî ya Iraqê li balafirgeha Bexdayê.