Xezelî: Derxistina amerîkîyan ji Iraqê kêmtirîn berdêla xwîna têrora şehîdên Berxwedanê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311958-xezelî_derxistina_amerîkîyan_ji_iraqê_kêmtirîn_berdêla_xwîna_têrora_şehîdên_berxwedanê_ye
Sêkrêtêrê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê derxistina amerîkîyan ji Iraqê kêmtirîn tolhildan û berdêla xwîna têrora şehîdên Berxwedanê di encama cinayeta vê dawîyê ya Amerîkayê li Bexdayê da zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2020 04:53 Asia/Tehran
  • Xezelî: Derxistina amerîkîyan ji Iraqê kêmtirîn berdêla xwîna têrora şehîdên Berxwedanê ye

Sêkrêtêrê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê derxistina amerîkîyan ji Iraqê kêmtirîn tolhildan û berdêla xwîna têrora şehîdên Berxwedanê di encama cinayeta vê dawîyê ya Amerîkayê li Bexdayê da zanî.

Qêys Xezelî Sêkrêtêrê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê di axavtinekê de têrora serdar şehîd Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibîya Iraqê bi destê Amerîkayê cinayeteke metirsîdar wesif kir û got: Em dê tola serdar Silêmanî û hevrêyên wî hilînin û bi kêmtir ji derxistina hemî hêzên amerîkî ji Iraqê jî razî nabin.

Xezelî herwiha got: Em bi şehîd serdar Silêmanî re peymanê girêdidin ku şerê dijî Rêjîma Sîyonîst heta azadkirina tam a Filistînê bidomînin.

Sêkrêtêrê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê amajeyî pejirandina plana derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê li Parlimana vî welatî jî kir û got: Biryara duh a Parlimanê yek ji girîngtirîn biryaran e ku ewê di hemî dîroka  xwe de daye.

Xezelî pêgirî kir ku hêzên amerîkî divê zûka ji Iraqê derkevin û heke sistîyê bikin, em dê wan hêzên dagirker bihesibînin û ser vî esasî digel wan serederîyê bikin.