Ayetullah Sîstanî sersaxî da rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311955-ayetullah_sîstanî_sersaxî_da_rêberê_giranqedir_ê_inqilaba_islamî
Hezretê Ayetullah Sîstanî di peyamekê de ji ber şehîdbûna serdarê pillebilind hecî Qasim Silêmanî sersaxî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2020 03:48 Asia/Tehran
  • Ayetullah Sîstanî sersaxî da rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî

Hezretê Ayetullah Sîstanî di peyamekê de ji ber şehîdbûna serdarê pillebilind hecî Qasim Silêmanî sersaxî da.

Peyama sersaxîyê ya hezretê Ayetullah Sîstanî bi boneya têrora serdar Qasim Silêmanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

انالله و اناالیه راجعون

Birêz Ayetullah Xaminêyî

السلام علیکم و رحمةالله و برکاته

Nûçeya şehîdbûna serdarê pillebilind birêz hecî Qasim Silêmanî bû sedema xemgînîyeke giran. Rola bê mînak a wî rehmetîyî di salên têkoşîna dijî DAIŞ`ê li Iraqê û zehmetên zef ên ku wî di wê çarçovê de tamul kirin, nayên jibîrkirinê.

Ez bi bi boneya têrora wî şehîdî sersaxîyê didim cenabê te, zarokên wî yên birûmet û xizm û kesên wî û hemî gelê birûmet ê Îranê nemaze gelê ezîz ê Kirmanê û ji Xwedayê dilovan derceyên herîbilind jibo wî şehîdî û jibo malbat û xizm û kesên wî jî sebir û xêrê dixwazim.

ولاحول ولا قوة الا بالله العلی العظیم

Elî Husêynî Sîstanî