Civîna parlemana Iraqê bona dengirtina li bara qanûna derxistina eskerên Emerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311940-civîna_parlemana_iraqê_bona_dengirtina_li_bara_qanûna_derxistina_eskerên_emerîkayê
Civîna parlemana Iraqê bona dengwergirtina li bara qanûna derxistina eskerên emerîkî ji Iraqê destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2020 14:17 Asia/Tehran
  • Civîna parlemana Iraqê bona dengirtina li bara qanûna derxistina eskerên Emerîkayê

Civîna parlemana Iraqê bona dengwergirtina li bara qanûna derxistina eskerên emerîkî ji Iraqê destpê bû.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, civîna parlemana Iraqê bona dengwergirtina li bara qanûna derxistina eskerên emerîkî destpê bûye. 

 Li vê barê, malpera nûçan a El-Etcahê li nûçeyeke lezgîn raghand ku zêde ji 170 nunerên parlemana  Iraqê, reşnivîsa qanûna derxistina hêzên emerîkî ji welatê xwe wajo kirin. 

 Li reşnivîsa hanê hatiye: Parleman  li gor erka xwe ya neteweyî û çavdêriyê û bi teqezkirina ser parastina hakimiyet û yekperçetiya erdê û yekitiya gel, biryar daye û ragahndiye, ewilî dewlet divê daxwaza alîkariyê ku ji hevalbendiya navdewletî bona rawestana li ber DAIŞê xwestibû, îbtal bike Çimkî operasyona eskerî û cengî li Iraqê dawî bûye û serketin hasil bûye û dewleta Iraqê divê bona kutakirina  her hizûreke biyaniayn li erdên xwe û girtina pêşiya îstifada vê hevalbendiyê ji herêma hewayî ya Iraqê hewl bide. 

  Ya duyan, divê fermandê  giştî yê hêzên çekdar bi nunertiya ji dewleta Iraqê kesên fenî û perwerdekarên biyanî ku hevceyî bi wan heye û her wiha navendên  mayîna wan,  erkên wan  û mideha peymana wan amade bike. 

 Ya sisyan jî divê wezîrê derve bi nunertiya ji dewleta Iraqê şikatê bibe bo NY û konseya Ewlehiyê û li dijî Emerîkayê ji ber binpêkirinên bi talûke yên hakimiyet  û ewlehiya Iraqê dozê veke. 

 Ev plêşnumaya ji dema denggirtina wê dê cih were.