Heşdi Şeibîyê şehîdbûna endamên wê hêzê derew zanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311899-heşdi_Şeibîyê_şehîdbûna_endamên_wê_hêzê_derew_zanî
Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) vê sibê nûçeyên têkildarî şehîdbûna endamên wê hêzê di encama êrişa hêzên amerîkî li bakura Bexdayê de derew zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2020 06:31 Asia/Tehran
  • Heşdi Şeibîyê şehîdbûna endamên wê hêzê derew zanî

Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) vê sibê nûçeyên têkildarî şehîdbûna endamên wê hêzê di encama êrişa hêzên amerîkî li bakura Bexdayê de derew zanîn.

Hin mêdyayan idia kirin ku Şebil Zêydî, Hamid Cezayirî û Raid Kurewî ji fermandeyên Heşdi Şeibîyê di encama êrişa bi balafirên bêpîlot ên Amerîkayê li bakura Bexdayê de hatine şehîdkirinê.

Hamid Cezayirî jî di hevpeyvîna digel Malpera Nûçan a Somerye News`ê de ew nûçeya derew zanî û got: Ew nûçeyana ji mêdyayên xalifîner bi merema lawazkirina morala komên berxwedêr ên islamî tên belavkirinê. Wî derbarê şerê rewanî û mêdyayî de hişyarî da û ji her kesî xwest ku nûçeyan li şebekeyên fermî bişopînin.

Heşdi Şeibîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku ligorî agahîyên seretayî, maşîneke hawargiheştinê ya Heşdi Şeibîyê li navça Tacî li bakura Bexdayê ketîye ber êrişa hewayî ya vê sibê ya Amerîkayê.

Kanala Nûçan a Al Mayadin a Libnanê jî berî vîya ragihand ku balafirên amerîkî vê sibê êrişî 2 maşînnê hilgirê hêzên Tabûrên Imam Elî (S) ser bi Heşdi Şeibîyê li devera Tacî li bakura Bexdayê kirin ku di encamê de 6 kes hatin kuştinê û 3 kes jî birîndar bûn.