Gelê Iraqê bi xwenîşandanekê şehîdkirina Serdar Silêmanî bi destê Amerîkayê şermezar kir
Çile 04, 2020 06:16 Asia/Tehran
Gelê Iraqê bi xwenîşandaneke berfire li meydana Tehrîr a Bexdayê, şehîdkirina Serdar Silêmanî û Ebûmehdî Muhendis bi destê Amerîkayê şermezar kir.
Xwenîşanderên iraqî piştî lidarxistina xwenîşandana berfire li meydana Tehrîr a Bexdayê di daxûyanîyekê de nerazîbûna xwe himberî çavsorî û hovîtîya Amerîkayê ya binpêkirina serwerîya welatê xwe ku di encamê de Serdar Qasim Silêmanî û Ebûmehdî Muhendis hatin şehîdkirinê, nîşan dan.
Nerazîyên iraqî dewleta Amerîkayê ``têrorîst`` bi nav kirin û pêgirî kirin ku yê tu wexta rê nedin hêzên amerîkî li axa wan bimînin.
Nerazîyên iraqî di wê daxûyanîyê de xwestin ku berpirsên amerîkî û encamderên cinayeta berbanga Înîyê li Bexdayê, bên muhakimekirin û cezakirinê.