Civata Ewlehîya Netewî ya Iraqê: Amerîka serwerîya Iraqê binpê dike
Çile 04, 2020 05:22 Asia/Tehran
Civata Ewlehîya Netewî ya Iraqê bidû şehîdbûna Serdar Qasim Silêmanî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Hêzên Heşdi Şeibîyê û çend kesên din di encama êrişa Amerîkayê de civîneke awarte lidar xist ku ragihand ku ew êrişa zorbêjane nayê qebûlkirinê û herwiha binpêkirina serwerîya netewî ya Iraqê ye.
Civata Ewlehîya Netewî ya Iraqê herwiha piştgirî da helwesta Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Kar-rêkxer ê wî welatî ku êrişa amerîkîyan binpêkirina serwerîya Iraqê zanî.
Civata Ewlehîya Netewî ya Iraqê di civîna xwe da xwest ku Parlimana Iraqê civîneke awarte lidar bixe ta ku helwesteke yekgirtî jibo parastina rûmet, ewlehî û istiqrara Iraqê bê nîşandayînê û biryarên pêwîst di vî warî de bên dayînê.