Ebdulmehdî daxwaza belavbûna neraziyên ber balyzoxana Emerîkayê kir
Adil Ebdulmehdî serokwezîrê dewleta demkî ya Iraqê roja sêşemiyê piştî êrişa neraziyan ser balyzoxana Emerîkayê li Bexdayê, ji gişkan xwest ku bila ji pêşiya balyzoxana vî welatî dûr kevin.
Li gorî rapora Ajansa fermî ya Iraqê, Waê Ebdulmehdî bi daxûyaniyekê raghand ku êrişa du ropjên derbasbûyî yên Emerîkayê ser meqerên eskerî yên Iraqê li asteka herî bilind ji aliyê Bexdayê hat şemerzarkirin û dewletê hin kiryarên pêdivî bona parastina serweriya neteweyî û ewlehiya Iraqê berçav girtin.
Serokwezîrê demkî yê Iraqê destnîşan kir ku êrişa Emerîkayê ser meqerên Heşda Şebî nabe bibe sedem derbe li avahiya balyzoxana Emerîkayê keve.
Wî bal kişand ser vê yekê ku dabînkirina ewlehiya balzyoxanan û navendên dîplomatîk ser milê dewleta Iraqê ye û ji hemî neraziyan xwest ku bila bi zûtirkê ji pêşiya balzyoxana Emerîkayê li navça Kesk a Bexdayê dûr kevin.
Ebdulmehdî her wiha teqez kir ku destdirêjiya ser balyozxane û navendên dîplomatîk dê rastî berteka cidî ya hêzên ewlehiyê were û yên sûçkar dê bi tundî bên mehkemekirin.
Wezareta berevaniya Iraqê jî îro bi daxûyaniyekê ser pêbendiya dewletê bona parastina balzyoxne û navendên dîplomatîk teqez kir.