Balyozê Amerîkayê û karmendên sereke yên Balyozxana wî welatî li Bexdayê veguhestin Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311782-balyozê_amerîkayê_û_karmendên_sereke_yên_balyozxana_wî_welatî_li_bexdayê_veguhestin_hewlêrê
Çavkanîyekî li Herêma Kurdistanê aşkira kir ku Balyoz û karmendên sereke yên Balyozxana Amerîakyê li Bexdayê şeva buhurî bo Hewlêrê hatin vegihestinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2019 14:59 Asia/Tehran
  • Balyozê Amerîkayê û karmendên sereke yên Balyozxana wî welatî li Bexdayê veguhestin Hewlêrê

Çavkanîyekî li Herêma Kurdistanê aşkira kir ku Balyoz û karmendên sereke yên Balyozxana Amerîakyê li Bexdayê şeva buhurî bo Hewlêrê hatin vegihestinê.

Malpera Nûçan a Şarpress`ê ji zarê çavkanîyekî taybet nivîsî ku Balyoz û karmendên sereke yên Balyozxana Amerîakyê li Bexdayê şeva buhurî bo Hewlêrê hatin vegihestinê. Herwiha hêzên leşkerî û sivîlên Amerîkayê li Iraqê di rewşa ``awarte`` da ne lewma Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê şeva buhurî Balyoz û karmendên sereke yên Balyozxana xwe li Bexdayê bi balafireke taybet veguhestin Hewlêrê. 

Şarpressê herwiha aşkira kir ku destpêkêbiryar bû Balyoz û karmendên Balyozxana Amerîkayê veguhêzin Urdinê lê paşê biryar hat dayînê ku bo Hewlêrê bên veguhestin.