Ebû Mehdî Muhendîs: Em ê bersiveka gelekî tûnd bidin Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311770-ebû_mehdî_muhendîs_em_ê_bersiveka_gelekî_tûnd_bidin_amerîkayê
Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêzên Heşda Şabî Ebû Mehdî Muhendîs di kongreyeke rojnenemevanî da aşkere kir ew ê bersiveka gelekî tûnd bidin Amerîkayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2019 09:27 Asia/Tehran
  • Ebû Mehdî Muhendîs: Em ê bersiveka gelekî tûnd bidin Amerîkayê

Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêzên Heşda Şabî Ebû Mehdî Muhendîs di kongreyeke rojnenemevanî da aşkere kir ew ê bersiveka gelekî tûnd bidin Amerîkayê.

Di kongreyeke rojnemevanî da duh duşemê 30.12.2019an Ebû Mehdî Muhendîs got: Xwîna kuştiyên wan bi heder naçe û Heşdî Şabî wê bersiveka tûnd bide Amerîkayê beramber wan êrîşên wê.

Pêr êvara roja yekşemê 29-12-2019an Heşdî Şabî ragihand, pêgehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rastî êrîşan hatin. Rêveberiya Tevgeran a Heşdî  Şabî jî diyar kir, di encama êrîşa li ser Lîwaya 45 û 46 de, zêde ji 30 hêzên Heşda Şebî şehîd û 51 hêzên din jî birîndar bûn.

Wezêr Begiriya Amerîkayê Mark Esper û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di konferanseke rojnamevanî da aşkere kirin ku wê operasyonên wan li ser Heşdî Şabî berdewam bikin.

Herwiha Mark Esper îdia kir ku wek bersivekê li ser êrîşa li ser hêzên Amerîka li Iraqê ev êrişa wan hatiye kirin, PENTAGONê 5 pêgehên hêzên Ketîbeyên Hizbûllah a Iraqî li rojavaya Iraqê û rojhelata Sûriyê bombebaran kirine.