Sîstanî bordûmankirina Heşdî Şabî şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311767-sîstanî_bordûmankirina_heşdî_Şabî_şermezar_kir
Rêberê dînî û merceyê mezin ê şîeyên Iraqê ayetullah Elî Sîstanî, bordûmanên Amerîkayê ser baregehên Heşdî Şabî şermezar kir û ew wek binpêkirina serwerî û hakimiyeta Iraqê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2019 08:33 Asia/Tehran
  • Sîstanî bordûmankirina Heşdî Şabî şermezar kir

Rêberê dînî û merceyê mezin ê şîeyên Iraqê ayetullah Elî Sîstanî, bordûmanên Amerîkayê ser baregehên Heşdî Şabî şermezar kir û ew wek binpêkirina serwerî û hakimiyeta Iraqê da zanîn.

Duh duşemê 30.12.2019an malpera fermî ya ayetullah Elî Sîstanî, bi daxuyanîyekê aşkere kir ku ev merceyê mezin ê şîeyên Iraqê bordûmankirina milîsên Heşdî Şabî şermezar kir. Herwiha Elî Sîstanî ragihandiye divê rêz li serwerîya Iraqê bihêt girtin û nabe bi mihaneya bersivdanê, karên nayasayî werin kirin û serweriya Iraqê were binpêkirin.

Di daxuyanîyê de hatiye, tenê desthelata fermî ya Iraqê mafê reftarê heye li beranbera wan karan û bikaranîna rêyên rêgir li pêş dûbare bûna wan. Pêwîst e jî desthelata Iraqê wê pêngavê bihavêje û kar bike daku Iraq nebe qada milmilanêyên deverî û nêvdewletî û di karûbarên navxweyî de.

Firokeyên şer ên bêpîlot ên Amerîkayê roja yekşemê 5 pêgehên hêzên Heşda Şebiya Iraqê li bajarê Qayima vî welatî li ser sînorê Iraq û Sûriyê bombebaran kirin. Li gor amaran zêde ji 30 hêzên Heşda Şebî şehîd û 51 ji wan jî birîndar bûn.