Berhem Salih ser xurtkirina peywendiyên hevpar ên Îran û Iraqê teqez kir
Berhem Salih serokkomarê Iraqê roja duşemiyê li hevdîtina bi balyozê Komara Îslamî ya Îranê ser xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên hevpar ên her du welatan teqez kir.
Wî îro li hevdîtina bi Îrec Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li koşka Selam a Bexdayê bi ragahndina vê mijarê got ku berfirehkirina peywendiyên dualî li hemî waran divê li çarçoveya xizmeta bo berjewendiyên hevpar ên gelên Iraqê û Îranê be.
Salih di dewamê de ser giringiya piştgiriya ji ewlehî û parastina hurmeta vîna neteweyî ya Iraqê bo çaksaziyan bêyî mudaxila derveyî teqez kir. Wî got: Hebûna Iraqa mayînde û serbixwe, istûna sereke bo ewlehî û hevhatina navçeyî û hevdengiya navdewletî bona xizmeta bo jiyana hevpar û aşitiya gelan û welatên navçê ser esasa berjewendiyên hevpar e.