Berteka serokê parlemana Iraqê li hember êrişa ser meqerên Heşda Şebê
Serokê parlemana Iraqê êrişa şeva buhurî ser meqerên Heşda Şebî şermezar kir û ew weke binpêkirina yekperçetî û serweriya Iraqê da zanîn.
Li gorî rapora ILNA`yê, Muhemed El-Helbûsî, serokê parlemana Iraqê vê sibê bi weşandina daxûyaniyekê ji hemî koman xwest ku bila ser hemdê xwe bin û êrişa ser meqerên Heşda şebî şermezar kir.
Li vê daxûyaniyê hatiye. serokê parlemana Iraqê êrişa eva buhurî ser meqerên Heşda Şebî û şehîdbûn û birîndarbûn hêzên vê rêxistinê şermezar dike û wê weke binpêkirina serweriya Iraqê dizane.
Di dewama vê daxûyaniyê hatiye: Hevgav ku em ji xelkê dixwezin bila ser hemdê xwe bin,em teqeziyê dikin bila gişt riya fermandetiya giştî ya hêzên çekdar bişopînin.Her wiha Dîmîtrî Pêskov, berdevkê nivîsgeha serokkomariya Rûsiyê weke berteka li hember êrişên Emerîkayê ser gurdanên Hizbullahê li Iraq û Sûriuyê got: Emerîkayê li bara van êrişan em egehdar nekiribûn. Wî got: Em ji hemî pêngavên erênî ku bona rawestana li hember terorîzmê cih tên pêşewzaiyê dikin lê hemî kiryarên ku muhtemel e bibin sedem bêewlhtiyê li navçê, nerênî dinirxînin.