Hizbullaha Iraqê: Di demeke guncav de yê bersiva êrişên Amerîkayê were dayînê
Berdevkê Leşkerî yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê wek berteka himberî êrişa Amerîkayê ser binke û çeperên Heşdi Şeibyê pêgirî kir: Hêzên Hizbullaha Iraqê di demeke guncav de yê bersiveka ciddî himberî êrişên Amerîkayê bidin.
Berdevkê Leşkerî yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê Ceifer Hisêynî amajeyî zêdebûna hêz û şîyana Komên Berxwedêr kir û got: Amerîkîyan ji berê va heta roja îro derbe li himbrî Komên Berxwedêr ên iraqî xwarine û hêzên Hizbullahê li benda fermana Civata Rêvebirîya Berxwedanê ne ta ku himberî destdirêjîya zorbêjane ya Amerîkayê bidin.
Hisêynî êrişa Amerîkayê ser Iraqê binpêkirina aşkira ya serwerîya netewî û yekperçetîya axa vî welatî zanî û got: Tabûrên Hizbullaha Iraqê bijareyên curbicur jibo bersivdayîna himberî êrişên Amerîkayê hene.
Cîgirê Serokê Sazîya Heşdi Şeibîyê Ebûmehdî Muhendis jî wek berteka himberî êrişa Amerîkayê ser binkeyên Heşdi Şeibîyê pêgirî kir ku xwîna şehîdên wê sazîyê wê li erdê nemîne û hêzên amerîkî yên li Iraqê dê bersiveke giran wergirin.