Dawîn alugurên Iraqê, zêdebûna zext û zorên navxweyî ser Salih
Zext û zorên navxwe ser Berhem Salih, serokkomarê Iraqê bona vegeryana bo Bexdayê û kivşkirina rewşa îstifaya wî zêde bûne û heta şêwirînên bona nasandina cîgirê Salih jî destpê bûne.
Muxtar El-Mûsewî, nunerê firaksiyona El-Benayê li parlemana Iraqê li bara nameya Muhemed El-Helbûsî serokê parlemanê bo Berhem Salih serokkomarê vî welatî agahî da. Berhem Salih piştî raghandina amadetiya xwe bo îstifayê sefera Herêma Kurdistana Iraqê kir.
El-Mûsewî got: El-Helbûsî li nama bo Salih jê re ragahndiye ku ger ew posta serokkomariyê heta bêyî îstifakirinê biterikîne jî, qanûna bingehîn îznê dide serokê parlemanê ku desthilatên serokkomariyê bigre destê xwe. Di eynî demê de, hejmarek ji nûneran ji wan fraksiyonên parlemanê li dû komkirina îmzeyan bona wêdebirina Berhem Salih ji serokkomariya Iraqê ne. Kesên ku daxwaza wêdebirina Salih dikin û piranî nunerên firaksiyona El- Bînayê ne, serokkomarê bi binpêkirina qanûnê û sersariya li hember berpirsiyariya nasandina berbijarê nû yê serokezîrtiya Iraqê tawanbar dikin. Hin rapor jî nîşan didin nunerên parlemanê bi taybet firaksiyona avedankirinê şêwirînên xwe bona nasandina cîgirê Berhem Salih destpê kirine.
Bi zêdebûna rexneyên ji kiryara Berhem SAlih, çavkaniyeke li serokkomariya Iraqê ragahnd ku ew duh ji Herêma Kurdistanê vegerya Bexdayê.
Salih roja pêncşemiyê li bara amadetiya xwe bo îstifayê agahî da û Ji Bexdayê çû Silêmaniyê.
Li gor qanûnê, nunerên parlemana Iraqê piştî wergiurtina nama îstifaya serokkomar, heftiyekê mecala wan heye vê daxwazê qebûl bikin an li hember wê dijberiyê bikin.
Îstifaya Berhem Salih ji serokkomartiyê li halekê ye ku Iraq ji 1 kanûnê heta niha serokwezîrê pêşdebirina karûbaran heye. parlemana Iraqê roja yekê kanûnê îstifaya Adil Ebdulmehdî ji posta serokwezîrtiya vî welatî qebûl kir.
Bi tenê sê rojên din moleta qanûnî bona nasadina serokwezîr û damezrandina kabînanû maye. Li halekê ku Berhem Salih bi nivîskî û fermî îstifaya xwe raghîne parlemanê. Qeyrana siyasî li Iraqê dê gurtir bibe.