Dijberiya serokkomarê Iraqê li hember her cure mudaxila biyaniyan
Biryar e sibê serokkomarê Iraqê bi 170 nunerên parlemana vî welatî re hevdîtinê pêk bîne û li bara serokwezîrê pêşerojê behs û gotûbêjê bike.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Someriye Newsê,Berhem Salih serokkomarê Iraqê li hevdîtina bi balyozê Japonyayê re li Bexdayê li bara peywedniyên navbera du welatan behs û gotûbêj kir.
Berhem Salih li vê hevdîtinê ser parastian hurmeta viyana gelê Iraqê li bara çaksaziya welêt û dijberiya li hember her cure mudaxila biyaniyan teqez kir.
Her wiha Muhemed El-Xalidî, serokê firaksiyona Biyareq El-Xeyr a Iraqê raghand ku sibê Berhem Salih bi 170 nunerên parlemanê ku taybetmendiyên serokwezîrê tê kivş kirine hevdîtinê pêk tîne.
El-Xalidî got: Xala ewil a mada 76`an a qanûna bingehîn ser vê xalê teqez dike ku serokkomar berbijarê firaksiyona piraniyê li civîna ewil a parlemanê bi damezrandina dewletê erkdar bike lê piştî ku navbera firaksiyonên çaksazî û vaednakirinê hevhatin pêk hat û firaksiyona piraniyê kivş nebû ev xala jî êdî erzişa xwe tine. Xalên sê û pênc ya vê xalê jî li bara rewşeka din diaxive ku erkdarbûna berbijarê serokwezîrtiyê ji aliyê serokkomar bêyî axiftina li bara firaksiyona piraniyê ye.
Xalidî li bara dûhatên dewama zext û zora ser serokkomar bona binpêkirina qanûna bingehîn û hitmala kivşkirina berbijarê ku ji aliyê xelkê va neyê qebûlkirin, hişyarî da.