3 berbijarên nû jibo posta Serokwezîrtîya Iraqê hatin pêşnîyarkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311707-3_berbijarên_nû_jibo_posta_serokwezîrtîya_iraqê_hatin_pêşnîyarkirinê
Fraksyona Al Bina ya Iraqê îro ragihand ku navê 3 berbijarên nû jibo posta Serokwezîrtîyê yê raberî Berhem Salih bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2019 12:48 Asia/Tehran
  • 3 berbijarên nû jibo posta Serokwezîrtîya Iraqê hatin pêşnîyarkirinê

Fraksyona Al Bina ya Iraqê îro ragihand ku navê 3 berbijarên nû jibo posta Serokwezîrtîyê yê raberî Berhem Salih bike.

Di daxûyanîya çapemenîyê ya Fraksyona Al Binayê de ku cîgirê Serokê wê ew xwend de hatîye: Piştî neyarîya himberî berbijarîya Esed Îdanî bo posta Serokwezîrtîyê, Al Binayê 3 berbijarên din jibo wê postê jibo ku raberî Serokomarê Iraqê bike, amade kirine. 

Fazil Cabir Cîgirê Serokê Fraksyona Al Binayê di vî warî de got: Ebdulgenî Asidî, Tewfîq Yasirî û Mihemed Tewfîq Elewî yê wek 3 berbijarên nû yên posta Serokwezîrtîyê îro pêşnîyarî Serokomarê Iraqê bên kirinê.  

Bijartina Serokwezîrê nû ji ber nakokîyên sîyasî yên li nav û derveyî Parlemanê van rojana bûye yek ji pirsgirêkên sîyasî yên Iraqê.

Hevalbendîya Al Binayê weke mezintirîn bereya Parlimana Iraqê berî vîya Qusey Soheyl û Esed Îdanî weke berbijarê Serokwezîrtîyê jibo Serokomar nasandin ku ji ber nakokîyan û nebûna hevdengîyê di navbera parlemanteran û kesayetîyên sîyasî yên wî welatî, Berhem Salih ew du berbijar ji Parlemanê re nedan nasandinê.