Serokomarê Iraqê giheşte Bexdayê
Serokomarê Iraqê Berhem Salih piştînîvroya îro ji Silêmanîyê giheşte Bexdayê.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih piştînîvroya îro Şemî 28`ê Kanûnê ji Silêmanîyê giheşte Bexdayê û ligorî rapora malpera Rusia Todayê Serokomarê Iraqê yê dest bi gotûbêjan jibo kivşkirina berbijarekî jibo posta Serokwezîrtîya Iraqê bike.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî jî îro ragihand ku Iraq di nava qeyraneka mezin daye, pêwîst e ku rewşa nika bi mêkanîzmên destûrî were derbaskirinê.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih roja Pêncşem 26`ê Kanûnê nameyek da Parlimana Iraqê û tê da amadebûna xwe jibo wêdaçûna ji wê postê ragihand.
Berhem Salih di wê nameyê de dibêje ku ligorî xala 76`ê ya destûra bingehîn Serokomar divê serokê fraksyona herîmezin a Parlimanê jibo kivşkirina berbijarekî bo posta Serokwezîrtîyê raspêre û rê nede ku kesekî din were raspardin.