Elawî daxwaza pêkanîna hikumeteke biçûkkirî dike
Hevpeymanîya Nîştîmanî bi serokatîya Eyad Elawî daxwaz kir hikumeteka biçûk bi serokatîya Berhem Salih were pêkhînan û bo salekê hikimdarîyê bike.
Hevpeymanîya Nîştîmanî bi serokatîya Eyad Elawî di daxûyanîyekê de herwiha daxwaz jî kirîye, ew hikumet bi hevahengîya ligel Neteweyên Hevgirtî karûbarên Iraqê birêve bibe û soz jî bide ku xwe di helbijartinê de neke berbijar.
Nivîsîngeha ragehandinê ya Hevpeymanîya Nîştîmanî ya Iraqê di wê daxûyanîyê da matmayîbûna xwe himberî berbijarkirina kesekî ji alîyê kutleya Elbinayê ve nîşan daye û ev kara bipêkirina destûrê zanîye.
Di dewama daxûyanîya Hevpeymanîya Nîştîmanî de hatîye, dewsa ku vê mijarê bihêlin hêvîya Serokomar daku dest bi rawêjkarîyan digel tevaya alîyan bikin û helwêsteke yekxistî nîşan bide, hewil didin fişarê bixin ser Serokkomar dakû kandîdê wan qebûl bike, bê ku ti daxwazîyeke xwenîşanderan berçav bigirin.
Di dawîya daxûyanîya Hevpeymanîya Nîştîmanî de hatîye, Em di wê bawerîyê de ne, niha dema wê yekê ye, Berhem Salih, Serokkomarê Îraqê, hikumeteke biçûk bo dema salekê pêk bihîne û bi hevahengîya ligel Neteweyên Hevgirtî welêt birêve bibe heya helbijartina dahatî û soz jî bide, ku xwe berbijêr nek di hilbijatinên dahatî de.