Parlimanterên Kurd li Parlimana Iraqê dijî wêdaçûna Berhem Salih derketin
Piştî ku Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi hegera nerazîbûna hibmerî demajoya bijartina berbijarê serokwezîrtîya wî welatî pêşnîyara wêdaçûna xwe hilêxist, Parlimanterên Kurd li Parlimana Iraqê piştgirî dan mayîna wî di wê postê de.
Şîrvan Cemal Dubirdanî Parlimanterê PDK li Parlimana Iraqê biryara Berhem Salih girîng zanî û got ku parlimanterên iraqî dijî wêdaçûna Berhem Salih in û mayîna wî di wê postê de pêwîst dizanin.
Bilêse Cebbar Ferman ji Fraksyona YNK li Parlimana Iraqê jî got ku parlimanterên wê partîyê yê bi Berhem Salih re bişêwirin û biryareka di çarçova berjewendîyên Iraq, Herêma Kurdistanê û YNK de bidin. Wê herwiha got: Wêdaçûna Berhem Salih yê di dema qanûnî de li Parlimanê were hilkolandinê û derbarê wê de biryar bê dayînê.
Bihar Mehmûd ji Fraksyona Tevgera Gorranê jî got ku amadebûna Berhem Salih jibo wêdaçûnê biryareka bibandor e ji ber ku amade nebû himberî zextên derveyî û daxwazên partîyan qanûnên Iraqê binpê bike û hîç parlimanterekî Tevgera Gorranê deng nade wêdaçûna wî.
Cemal Koçer ser bi Fraksyona Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê jî di vî warî de got ku wê fraksyonê bi Berhem Salih re têkildarî wêdaçûna wî gotûbêj kirîye û rêzê li nêrîn û biryarên wî digire û wan cih tîne. Wî herwiha pêgirî kir ku Iraq hewcedarê Berhem Salih e û divê Hevalbendîya Binyaddanînê berbijarê xwe yê posta serokwezîrtîyê vekişîne û Berhem Salih jî ser posta xwe bimîne.
Selîm Şûşkeyî Parlimanterê Komela Islamî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê jî di vî warî de pêgirî kir ku amadebûna Berhem Salih jibo wêdaçûnê di rastîyê de sepandina zextekê ser alîyên sîyasî yên iraqî û hevdengîya digel nerazîyan jibo peydakirina derfeta bijartina serokwezîrekî bêalî ye.