Ellawî: ''Hindek xal weke bombeyan di qanûna hilbijartinan de hatine danînê''
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311628-ellawî_''hindek_xal_weke_bombeyan_di_qanûna_hilbijartinan_de_hatine_danînê''
Serokê Hevalbendîya Niştîmanî ya Iraqê ragihand ku hindek xal weke bombeyan di qanûna hilbijartinan de hatine danînê ku dibin astengî ser rêya hilbijartina pêşwext.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2019 14:41 Asia/Tehran
  • Ellawî: ''Hindek xal weke bombeyan di qanûna hilbijartinan de hatine danînê''

Serokê Hevalbendîya Niştîmanî ya Iraqê ragihand ku hindek xal weke bombeyan di qanûna hilbijartinan de hatine danînê ku dibin astengî ser rêya hilbijartina pêşwext.

Eyad Ellawî Serokê Hevalbendîya Niştîmanî ya Iraqê li Facebookê nivîsî: ''Partîyên xwedan dirav û çek xêra herîzêde ji lihevkirina ji binî ve jibo pejirandina qanûna nû ya hilbijartinan dibin.''

Elawî herwiha dibêje: Hîştina hejmartina dengên elektironî û esasgirtina bidestxistina pirranîya dengan û hin xalên din, weke bombeyê di nav qanûna hilbijartinan de hatine danînê ku lidarxistina hilbijartina pêşwext asteng dikin ku eva binpêkirina aşkira ya daxwazîyên gel û pêkenîna li vîna dengderan e.

Wî herwiha got ku em digel xwenîşanderên aştîxwaz û sendîkayan di rêzekê da jibo dijayetîya himberî her cure pişikdarîya di alozîyan de disekinin û em kar dikin jibo serrastkirina destûrê bi şêwazeke aştîyane.