Endamên tîmekî terorîstî li El-Enbarê jinav çûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311595-endamên_tîmekî_terorîstî_li_el_enbarê_jinav_çûn
Saziya istixbaratî ya eskerî li Iraqê ji jinavbirina tîmekî terorîstî li parêzgeha El-Enbarê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2019 15:43 Asia/Tehran
  • Endamên tîmekî terorîstî li El-Enbarê jinav çûn

Saziya istixbaratî ya eskerî li Iraqê ji jinavbirina tîmekî terorîstî li parêzgeha El-Enbarê xeber da.

Li gor rapora IRIB News`ê, Saziya istixbaratî ya eskerî li Iraqê li daxûyaniya xwe ya îro çarşemê ragihand ku li operasiyonekî taybet û bi hêz wan karî li bajarê El-Qaim û nehiya El-Remane û gundên bakûra Feratê li parêzgeha El-Enbarê tîmekî grûpên terorîstî bikin hedef û jinav biben.

Gor vê daxûyaniyê, pêsparteya vê tîma terorîstî eva bûye ku agehdariyên pêwîst û piştevaniyên locistîkî bigehînin paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê li navçê.

Her çend grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav axa Iraqê ji nav çûye lê hindek ji paşmayiyên vê grûpa terorîstî hîn jî li nav vî welatî hene û her mudehekê carê kiryarên terorîstî cih tînin.